Dezgeha Xêrxwazî ya Barzanî projeya alîkariya zarokên dibistanan berdewam dike
PeyamaKurd - Dezgeha Xêrxwazî ya Barzanî (BCF) di çarçoveya projeya dabeşkirina çente û tiştên qirtasiyê de, alîkarî gihand xwandekarên xwedî pêwîstiyên taybet, zarokên şehîdan û kêmderametan li dibistanên sînorê rêveberiya giştî ya perwerdeya Soran.
Berpirsê ofîsa Soran ê Dezgayê Xêrxwazî ya Barzanî Nêçîrvan Ebdulwahîd got: “Di berdewamiya kar û çalakî û pêşkeşkirina hewkariyan de, niha wek Dezgeha Xêrxwazî ya Barzanî me dest bi projeya dabeşkirina çente û peraw li ser xwandevanên xwedî pêwîstiyên taybet, zarokên şehîd û kêmdahatan li dibistanên sînorê rêveberiya giştî ya perwerdeya Soran birêve diçe kiriye û emê berdewam jî bikin.”
Nêçîrvan Ebdulwahîd da zanîn: “Em destxweşiyê li rêveberiya giştî ya perwerdeya Soran û rêveberiyên perwerdeya qeza û rêveber û mamostayên dibistanê dikin, ku hevkar û hemahengê me ne ji bo pêşkeşkirina wan pêdiviyan li ser xwendekaran.”

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin