Ji Dezgeha Xêrxwazî ya Barzanî alîkariya zivistanê bo dibistanan
PeyamaKurd - Dezgeha Xêrxwazî ya Barzanî (BCF) bi hevkariya rêveberiya giştî ya perwerdehiyê ya Soranê hejmarek sobe ji bo dibistanên sînorê îdareya Soranê dabin kir.
Berpirsê ofîsa Soran a BCFê Nêçîrvan Ebdulwahîd ragihand: “Îro 25ê Çile bi hevkariya rêveberiya giştî ya perwerdeya Soran 150 sobe li ser hejmarek dibistanên sînorê Soranê hatin dabeşkirin.”
Nêçîrvan Ebdulwahîd got: “Ew sobeyên me dabeş kirine, cure û kalîteya wan baş in, zêdetir ji wan dibistanan re hatin dayîn ku pêwîstiya wan heye û ji aliyê rêveberiya perwerdeya sînorê Soran ve hatine diyar kirin.”
Berpirsê ofîsa Soran ê Dezgehê Xêrxwazî ya Barzanî da zanîn, ev helmet di çarçoveya helmeta Dezgeha Xêrxwazî ya Barzanî ya bi hemahengiya ligel wezareta perwerdê dest pê kiriye û wê zêdetirî hezar sobe bo zivistanê ji dibistanên parêzgeha Hewlêrê re bên belavkirin.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin