Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî alîkariya cilên zivistanê da 2 hezar zarokên koçber
PeyamaKurd – Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî, îro bi hevkariya rêxistin û ajansên navnetewî, alîkariya cilên zivistanê da 2 hezar zarokên koçber û penaber.
Li gor Serokê Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî Mûsa Ehmed, ji malpera fermî ya Serokê Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî re daye zanîn: ‘‘Hîn milyonek koçber û penaber li 35 kamên li Herêma Kurdistanê jiyan dikin. Rêxistin û ajansên navnetewî jî alîkariyên ji bo wan kêm kirine, lê Serokê Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî, bi rêya rêxistinên xêrxwaz ve hewla dabînkirina pêdiviyên wan de ye.’’
Mûsa Ehmed eşkere kiriye: ‘‘Niha proseya xwendinê di kampan de bi pirsgirêk e, ji ber wê em daxwazê ji rêxistinên cîhanî dikin ku hevkar bin ji bo dabînkirina pêdiviyên xwendinê ku heta ew xelk vedigerin ser erd û cihên xwe. Divê xizmet ji wan re bê kirin ku zarokên wan ji xwendinê bêbeş nemînin û pêwîstiyên wan bên dabînkirin.’’
Derbarê alîkariyên ku hatin dabeşkirin de jî destnîşan kiriye: ‘‘Îro 25.11.2021ê 2 hezar zarok sûdmend bûn ji hewkariyên Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî, ku bi rêya Heyva Sor a Îmaratê ve cilûberg û pêdiviyên zivistanê ji bo wan hatin dabînkirin.’’
Serokê Dezgayê Xêrxwaziya Barzanî herwiha gotiye: ‘‘Dabînkirina pêwîstiyan ji bo koçber û penaberan berdewam dibe, lê ji aliyê din ve Hikûmeta Herêma Kurdistanê erkekî giran li ser mil e, lê li gor şiyanê hevkariyên ji bo koçber û penaberan berdewam e.’’

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin