Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî ji bo Xezzeyê alîkariyan amade dike
PeyamaKurd - Dezgehê Xêrxwaziya Barzanî alîkariyên mirovî ji bo penaberên Kerta Xezzeyê kom dike û li benda rizemendiyên aliyên pêwendîdar dimîne ta ku bi firokeyan bigihîne Kerta Xezzeyê.
Endamê Desteya Kargêrî ya Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî Karzan Nûrî ragihandiye ku li ser fermana rasterast a Serok Barzanî û bi çavdêrî û rasperdeya Serokê Bordê Damezrêner a Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî Mesrûr Barzanî, wan dest bi komkirina alîkariyên mirovî bo koçberên Xezzeyê kiriye.
Karzan Nûrî daye zanîn ku ew niha li benda erêkirina aliyên pêwendîdar in ku li Bexda û Misirê ne û ku rizamendî bê dayîn dê alîkariyan bi riya firokeyan bişînin ji koçberên li Kerta Xezzeyê re.
Ji aliyê xwe ve, Balyozê Giştî yê Filistînê yê li Herêma Kurdistanê Nezmî Hizûrî jî ragihandiye ku Serokatiya Destihata Filistînê rêz û spasiyeke mezin ji Serok Mesûd Barzanî û gelê Kurdistanê re heye.Herwiha em spasiya Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî dikin ku di van demên dawî de nêzîkî 100 ton alîkariyên bijîşkî, xwarin û cilûbergan pêşkêşî xelkê Xezzeyê kirine.
Neteweyên Yekgirtî roja 29'ê Mijdarê, wekî Roja Piştgiriya Navdewletî ya ji bo Gelê Filistînê ragihandiye. Li Herêma Kurdistanê jî li ser asta hikûmî, partiyên siyasî, konsol û nûnerên welatan jî wek piştevaniyekî, duhî di 29ê Mijdarê de, serdana Konsulxaneya Filistînê kirin.
Li gorî Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekbûyî Antonio Guterres, ji ber şerê di navbera Îsraîl û Hamasê ya ji 7ê Cotmehê de, ji sedî 80ê xelkê Xezzeyê neçar mane ku ji malên xwe derkevin.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin