Ji Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî alîkariya bi sedan zarokên sêwî

10 July 2023 10:33 0 dîtin
Ji Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî alîkariya bi sedan zarokên sêwî

PeyamaKurd Dezgayê Xêrxwaziya Barzanî di helmeta ku li Soranê destpê kiriye de, alîkariya darayî dide bi sedan zarokên sêwî.

Berpirsê Ofîsa Daxwazên Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî bal kişand li ser wê yekê ku alîkariyên darayî û pêwîstiyên geşepêdanê ji bo zarokên sêwî yên bêbav hatine dabînkirin û heta niha zêdetirî 500 zarok hatine tomarkirin.

Serokê Dezgeha Alîkariyê Nêçîrvan Ebdulwahîd got, Dezgeha Alîkariya Barzanî ji bo tomarkirina zarokên bêbav, bi taybetî xwendekaran, çend şert û rênimayiyên nû danîne. Xebat ji bo dabînkirina alîkariyên darayî yên mehane û dabînkirina pêdiviyên wan berdewam in.