Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî alîkariya xorakê da hezar malbatên hejar

24 April 2021 15:00 0 dîtin
Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî alîkariya xorakê da hezar malbatên hejar

PeyamaKurd – Ofîsa Silêmaniyê ya Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî, alîkariya xorakê da hezar malbatên hejar û kêmdahat û xwedî pêwîstiyên taybet.

Îro 24.04.2021ê serpereştyarê ofîsa Silêmaniyê yê Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî Kerîm Ebdulqadir ji K24ê re diyar kiriye: ‘‘Di heyama meha Remezan a pîroz de bi sponsoriya xwedê daye wan û şîrketan ve Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî berdewame ji bo dabeşkirina xorak li ser kesên xwedî pêwîstî.’’

Herwiha daye zanîn, du hezar paketên xorak bo parêzgeha Silêmaniyê hatine cudakirin û ji wê jî hezar paket bo navenda Silêmaniyê, ku li ser kesên hejar û kêmderamet û xwedî pêwîstiyên taybet û nebîn ango çavên wan nabînî û ewên dahata wan kêm û navên wan hatine nivîsandin li ser wan tên dabeşkirin.

Berpirsê ofîsa Silêmaniyê yê Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî eşkere kiriye, ew kesên alîkarî li ser wan tên dabeşkirin, berê tên agahdarkirin û cîhên taybet bo wan tên diyar kirin.

Herî dawî destnîşan kiriye, her paketeke xorakê de, ji heyşte heta bîst kîloyan, xorak û pêwîstiyên rojane hene.