Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî alîkariya malbatên di lehiyê de zerar dîtine dike
PeyamaKurd – Tîmên Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî, do pî bi pî bi tîmên Hikûmeta Herêma Kurdistanê re, alîkariya malbatên di lehiya taxên Zêrrîn û gundê Korî û Girdî Cutyar yê Hewlêrê de ziyan dîtin kirin.
Serokwezîr Mesrûr Barzanî û Serokê Dezgeha Xêrixwaziya Barzanî, do serdana her sê taxan kirin û ji nêzîk ve lêkolîn derbarê rewşa ziyandîtiyên lehiyê kirin û diyar kirin, li gor karina xwe ew ê wan malbatan qerebû bikin.
Roja Yekşemê 30/10/2021ê ji ber barîna bareneke zêde li sînorê parêzgeha Hewlêrê û kombûna avekî zêde, lehî li çend taxên weke (Zêrrîn City û Girdî Cutyar û gundê Korî) pêk hat û ji ber wê lehiyê mala bi sedan hemwelatiyan zerar dîtiye.
Piştî rûdana lehiyê bi awayekî bilez tîmên Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî gihîştin her sê cihan û dest bi alîkariya pêdawîstiyan kirin ji bo ziyanditîyên lehiyê.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin