Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî pistgiriya 1000 malbatên hejar dike
PeyamaKurd – Hat ragihandin ku Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî wê alîkariyan li ser 1000 malbatên hejar ên navçeya Tureq a Hewlêrê belav bike.
Berpirsê alîkariyên BCF Îsmaîl Ebdulezîz di daxuyaniyekê de ji K24ê re ragihand, BCF wê îro (26.03.2024) bi hemahengî li gel Kompanya, rêxistin û xêrxwazên Geliyawe alîkariyan li ser malbatên hejar û belengaz belav bike.
"BCF bi rêxistin û xêrxwazan re, wê di rojên pêş de alîkariya darayî pêşkêşî malbatên kêm-dahat bike." Ebdulezîz got, Koma Şîrketên Geliyawe wê di rojên pêş de bi belavkirina alîkariyan li ser 10 hezar malbatên taxên Mamzawe û Quştepe xebatên xwe berdewam bikin.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin