Spasiya hunermend Kirmizigul ji bo Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî
PeyamaKurd – Hunermend Mahsûn Kirmizigul spasiya Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî kir ku di karesata erdheja navenda Mereşê de alîkariya mexdûrên erdhejê kiriye.
Hunermend Mahsun Kırmızıgul ku ji roja yekem a erdheja Mereşê ve bi germî xebatên xwe ji bo alîkariya mexdûrên erdhejê dimeşîne, li ser hesabê xwe yê medyaya civakî spasiya Dezgeha Alîkariya Barzanî kir ku ji roja ewil ve ji bo alîkariya erdhejzedeyan dimeşe.
Kirmizigul di peyama xwe ya spasiyê ya ku li ser hesabê xwe yê medyaya civakî parve kir de wiha got:
“Spasiyên xwe ji bo hevalên xwe yên ji Çewlikê yên li Almanyayê dijîn, li Azerbaycan, li Hewlêr, London, Berlîn, Hollanda, Parîsê dijîn, ji bo Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî û her kesê ku keda wan hebû, alîkarî kirin pêşkêş dikim. Em ê li navenda xwe ya koordînasyonê alîkariyan bidomînin.”

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin