Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî serdana Wezareta Derve ya Almanyayê kir

27 April 2023 11:33 0 dîtin
Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî serdana Wezareta Derve ya Almanyayê kir

PeyamaKurd - Hat diyarkirin ku şanda bi serokatiya Serokê Weqfa Alîkariya Barzanî Mûsa Ehmed serdana Wezareta Derve ya Almanyayê kiriye.

Şanda ku ji endamên weqfê Awat Mistefa û Rewaj Hacî û Serokê Dezgeha Alîkariya Barzanî ya Şaxê Şengalê Şîro Şimo Cuq pêk dihat, serdana Wezareta Derve ya Almanyayê kir û ji aliyê Serokê Dezgeha Klemens Semtner ya Alîkariya Mirovî, Krîz û aramiyê ve hat pêşwazîkirin.

Di hevdîtinê de hate gotin, Wezareta Derve ya Almanyayê kar û xebatên Dezgeha Alîkariya Barzanî bi taybetî tîmên hawarçûnê yên Dezgeha Alîkariya Barzanî ya li navçeyên erdhejê li Tirkiye û Sûriyê bilind nirxand.

Wezareta Derve ya Almanya tekez li ser wê yekê kir, Dezgeha Alîkariya Barzanî divê zêdetir alîkarî û piştevaniya alîkariyên mirovî bike.

Serokê Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî Ehmed herwiha spasiya Almanyayê jî kir ku bi jenosîda tawanên li dijî Kurdên Êzidî nas kiriye.