Dezgeha Xêrxwazî ya Barzanî li Efrînê Klînîka Gerok xiste xizmetê

27 June 2024 19:40 0 dîtin
Dezgeha Xêrxwazî ya Barzanî li Efrînê Klînîka Gerok xiste xizmetê

PeyamaKurd - Dezgeha Xêrxwazî ya Barzanî (BCF) di çarçoveya alîkariyên mirovî yên ji bo xelkê Efrînê de, kilînîkeke gerok li navçeya Şiyê xiste xizmetê.

Pizîşkên BCFê dane zanîn, karmendên wan bi dilekî germ pêşwaziya nexweşan dikin, alîkariyên tenduristî û dermanên pêdivî ji wan re pêşkêş dikin.

Hêjayî gtoinê ye, cara yekem e kilînîkeke gerok li navçeya Şiyê ya Efrînê dikeve xizmetê ku hewcedariyên pêdivî û çavdêriya pizîşkî û dermanan ji xelkê re pêşkêş dike.

Rêveberê BCFê Welatî Xelîl Doblan got: “Ji ber rewşa xerab û zehmet a ku xelkê deverê tê de derbas dibe nûrîngeh hatiye danîn, tîmên tendirustiyê jî yên ku tê de kar dikin bi dilekî germ erkê xwe bi rê ve dibin û pêşwaziya nexweşan dikin.”

Hêjayî bibîrxistinê ye, ji destpêka erdheja bakurê Sûriyeyê û Rojavayê Kurdistanê ve, Dezgeha Xêrxwazî ya Barzanî di çalakî, pêşengiyên xwe yên mirovî û xizmetkirina xelkê bajarê Efrînê û derdora wê berdewam e û ji bo sivikkirina êş û azarên welatiyên di rewşên mirovî û darayî yên xirab de dijîn, dezgeh alîkariyên pêdivî ji wan re pêşkêş dike û bi hemî bizavên xwe kar dike heya barê li ser nmilê wan sivik bike û ew hest bi kêmasiyê nekin.