Dezgeha Xêrxwazî ya Barzanî li Efrînê firûna nan vekir
PeyamaKurd – Berpirsê Dezgeha Xêrxwazî ya Barzanî (BCF) yê ofîsa bajarê Efrînê yê Rojavayê Kurdistanê ragihand ku li Efrînê ji bo mexdûrên erdhejê firûna nan dest bi kar kiriye.
Berpirsê BCFê Rewac Hacî, ji K24ê re daye xuyakirin ku di çarçoveya alîkariyê Dezgeha Xêrxwazî ya Barzanî bo ziyandîtiyên erdhejê yên herêma Efrînê de, wan firûneke nan vekiriye ku dê rojane bi 4 ton ard nan bipêje û li xelkê Efrînê belav bike.
Rewac Hacî daye zanîn ku vekirina firûnê ji bo Efrîniyan gelekî girîng e û wan ew firûn bi rêya muxtaran û berpirsên şaredariyên herêmê vekiriye.
Dezgeha Xêrxwazî ya Barzanî, ji destpêka erdhejên 6ê Sibatê ve li Bakur û Rojavayê Kurdistanê alîkariyên xwe berdewam dike.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin