Li Efrînê Ofîsa Dezgeha Xêrxwazî ya Barzanî tê vekirin

12 February 2023 12:12 0 dîtin
Li Efrînê Ofîsa Dezgeha Xêrxwazî ya Barzanî tê vekirin

PeyamaKurd - Serokê Dezgeha Xêrxwazî ya Barzanî Mûsa Ehmed, derbarê alîkariyên berdewam ên bo herêma Efrînê û Sûriyê de, agahî dan û ragihand, erdhejê rewşa li Rojavayê Kurdistanê hê dijwartir kiriye û ji bo alîkariyên berdewam jî wê li Efrînê ofîseke Dezgeha Xerxwazî ya Barzanî (BCF) bê vekirin.

Mûsa Ehmed ku niha bi yekemîn karwana alîkariyê ya BCFê re li navçeya Cindirêsê ya Efrînê ye got: “Serok Barzanî spasî hemû karmendên tîmên hawarhatinê yên Hikûmeta Herêma Kurdistanê û Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî kir ku alîkariya ziyandîtiyên erdhejê kirine û tekez kir ku divê bê cudahî, alîkarî û xizmeta hemû qurbaniyên van deveran bikin.”

Mûsa Ehmed da zanîn, ew bi rêxistin û aliyên din ên navdewletî re di pêwendiyê de ne ji bo şandina alîkariyên zêdetir ji herêma Efrînê re û dê berdewam bin li ser dirustkirina hevahengiya zêdetir ji bo vê mebestê û got, ji ber wê jî dê ofîsa Dezgeha Xêrxwazî ya Barzanî li Efrînê vekin.

Derbarê ziyanên erdheja li navçeyên Efrînê jî Mûsa Ehmed got ku karesateke mezin li herêma Efrîn û Cindirêsê bi taybet rû daye, ji ber vê yekê ew bi hemû hêza xwe kar ji bo berdewamkirina gihandina alîkariyê dikin û karwana alîkariyên niha, têra hemû ziyandîtiyan nake, ji ber wê jî karwaneke din a alîkariyan ber bi Rojavayê Kurdistanê ve diçe.