Alîkariyên Dezgeha Xêrxwazî ya Barzanî di Remezanê de dewam dikin
PeyamaKurd - Dezgeha Xêrxwazî ya Barzanî (BCF) di meha Remezanê de, alîkariyên bo xelkê hejar û kêmderfet berdewam dike.
BCFê ragihand ku 6 hezar selikên xwarinê ji bo hejarên Hewlêrê têne dabeşkirin û di meha Remezanê de wê nêzîkî 80 hezar malbat sûdê ji projeyên xêrxwaziyê werbigirin.
Endamê desteya kargêrî ya Dezgeha Xêrxwazî ya Barzanî Karzan Nûrî, îro 10ê Nîsanê di civîneke rojnamevanî de eşkere kir: “Dezgeha Xêrxwazî ya Barzanî bi hemahengî ligel hevkarên xwe yên li kompaniyayên Geliyawe, Gold û Korekê dest bi helmeteke mezin kiriye û dest bi belavkirina xwarinê ji bo malbatên kêm-dahat li Hewlêrê kiriye.”
Karzan Nûrî got: ‘’Niha projeyên xêrxwazî yên Dezgeha Xêrxwazî ya Barzanî ne tenê li Herêma Kurdistanê, li naverast û başûrê Iraqê, bakur û rojavayê Kurdistanê jî, ji bilî selikên xwarinê, rojane nêzîkî 7 hezar xwarinên germ tên dayîn.”

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin