Dezgeha Xêrxwazî ya Barzanî alîkariyên nû gihand Efrîn û navçeyên wê

03 July 2023 18:52 0 dîtin
Dezgeha Xêrxwazî ya Barzanî alîkariyên nû gihand Efrîn û navçeyên wê

PeyamaKurd - Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî (BCF), alîkariyên ji bo bajarê Efrînê yê Rojavayê Kurdistanê şand û barekî din ê alîkariyên BCFê gihîşt Efrîn û navçeyên wê.

Endamê Desteya Kargêrî û Berpirsê Dosyeya Efrînê yê Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî Rewac Hacî derbarê şandina alîkariyan de got ku wan pêdiviyên taybet ji bo beşa xizmetguzariyê pêşkêşî 7 encûmenên xwecihî yên navçeyên Efrînê kirin.

Rewac Hacî daye zanîn, ev qonaxa yekem e ji alîkariya wan bo encûmenên xwecihî yên sivîl ên heft navçeyên Efrînê û got, divê ew alîkarî berdewam bin.

Hêjayî bibîrxistinê ye, di erdheja wêranker a roja 6ê Sibata 2023yan de, bandoreke mezin li herêma Efrînê û bi taybet li bajarokê Cindirêsê û gundên wê kiribû û Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî jî roja 10ê Sibata 2023yan, wek yekem dezgeha alîkariyên mirovî, alîkarî gihandin Efrînê û gundên wê. Herwiha ji bo berdewama alîkariyan jî BCFê ofîsa xwe li Efrînê vekir.