Dezgeha Xêrxwazî ya Barzanî alîkarî gihand 500 malbatên Singalê
PeyamaKurd - Dezgeha Xêrxwazî ya Barzanî (BC) 500 pakêtên xwarinê li malbatên kêmdahat ên Şingalê belav kir û diyariyên cejnê pêşkêşî zêdetirî 270 zarokên sêwî kir.
Berpirsê ofîsa Şingalê ya Dezgeha Xêrxwazî ya Barzanî, Şêro Simo da xuyakirin, Dezgehê bi boneya cejna Rojiya Êzidiyan, 500 pakêtên xwarinê li ser malbatên kêmdahat ên Şingalê belav kir.
Şêro Simo da zanîn ku wan herwiha diyariyên cejnê jî pêşkêşî zêdetirî 270 zarokên sêwî yên navçeya Şingalê kir.
Çarşema Sor ango Cejna Sersalê û Cejna Rojiya Êzidiyan, du cejnên Kurdên Êzidî ne û Êzidî li her derê cîhanê wan cejnên xwe pîroz dikin.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin