Dezgeha Xêrxwazî ya Barzanî alîkarî gihand zêdetirî 6 hezar malbatên hejar
PeyamaKurd - Dezgeha Xêrxwazî ya Barzanî (BCF) di rojên Cejna Remezanê de, alîkarî ji zêdetirî 6 hezar malbatên hejar û kêmderamet ên nav sînorê qezaya Amêdiyê re belav kir.
Nûnerê Dezgeha Xêrxwazî ya Barzanî li Amêdiyê Şevger Çêyî ji medya Kurdistanê re da xuyakirin ku Dezgaha Xêrxwazî ya Barzanî çend roj in alîkariyan li ser malbatên hejar û kêmderamet dabeş dike.
Hat diyarkirin ku di vê helmeta dabeşkirina alîkariyan de, alîkarî ji bo zêdetirî 6 hezar malbatan hatiye pêşkeşkirin.
Şevger Çêyî got: “Alîkariyên me gihîştin destê hezar û 300 malbatên li nehiyeya Şêladizê, 800 malbat li komelgeha Sîrye, hezar û 100 malbat li nehiyeya Dêrelûkê, 700 malbat ji navenda qeza Amêdî û derdora wê û hezar û 300 malbat li nehiyeya Sersingê, 300 malbat li nehiyeya Bamernê, 300 malbat li nehiyeya Çemankê û 200 malbat jî li nehiyeya Kanî Masî ji wan alîkariyan sûde wergirtine.”

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin