Dezgeha Xêrxwazî ya Barzanî alîkarî gihand 1.300 malbatên li kampa Çiyayê Singalê
PeyamaKurd – Dezgeha Xêrxwazî ya Barzanî (BCF) alîkarî gihand xelkê Çiyayê Şingalê ku ji ber berf û serma zivistanê di rewşeke xirab de jiyana xwe didomînin.
Hat ragihandin ku Dezgeha Xêrxwazî ya Barzanî (BCF) îro Yekşemê alîkariyên nefta spî û ardê xwarinê li kampa Çiyayê Şingalê li hezar û 300 malbatan belav kir.
Hat zanîn ku Dezgeha Xêrxwazî ya Barzanî ew alîkarî bi ferman û piştevaniya Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî gihandin wan malbatên Kurdên Êzidî yên li Çiyayê Şingalê.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin