Dezgeha Xêrxwazî ya Barzanî alîkarî gihand 130 malbatên mexdûrên lehiyê
PeyamaKurd - Dezgeha Xêrxwazî ya Barzanî alîkarî bi ser 130 malbatên mexdûrên lehiya Hewlêrê de belav kir.
Dezgeha xêrxwazî ya Barzanî îro Yekşemê 30yê Çileyê 2022yan bi hevkariya tîmên navenda krîzan ya Hewlêrê alîkarî bi ser komek malbatên ku di lehiya Hewlêrê de ziyan dîtibûn, belav kir.
Berpirsê belavkirina alîkariyan li dezgeha xêrxwazî ya Barzanî, Nemedîn Mihemed ji ragihand, me alîkarî bi ser 130 malbatên ziyandîtî de belav kir ku piranî xelkê taxa Rerwşenbîr ya Hewlêrê bûn.
Necmedîn Mihemed got, ew alîkariyên ku me bi ser malbatan de belav kir, 100 lître neft, doşek, betanî, sobe û kinc û xwarin bûn.
Hêjayî bibîrxistinê ye, 17ê Kanûna sala 2021ê lehî li Hewlêrê rabûbû û ziyanek mezin gihîştibû xelkê ku 12 kesan can dabû û nêzîkî 22 milyar dînar jî ziyana madî çêbûbû.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin