Dezgeha Xêrxwazî ya Barzanî 50 ton alîkarî gihand nexwesxaneyên Hewlêrê
PeyamaKurd – Hat ragihandin ku Dezgeha Xêrxwazî ya Barzanî (BCF) bi piştevaniya Rêxistina Hemahengî û Piştevaniya Almanya zêdetir, 50 ton alîkarî pêşkeşî nexweşxaneyên Hewlêrê kir.
Serokê Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî Mûsa Ehmed derbarê wan alîkariyên tenduristiyê de ji medya Kurdistanê re ragihand: ‘’Ew alîkarî ji bo piştevaniya sektora tenduristiya Hewlêrê girîng e û cihê pêwîst tije dike. Ji ber wê jî hemû hewldanên me ji bo tijekirin û derbaskirina kêmasyên di vê sektorê de heye. Ji bo wê ye ku xizmeta herî zêde ji xelkê Kurdistanê re dike.”
Hat diyarkirin ku, alîkariyên hatine kirin ji pêdiviyên bijîşkî, textên nexweşxaneyan û amûrên rojane yên doktoran ên ji bo kontrola nexweşan û çavdêriya wan pêk tên.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin