Dezgeha Alîkariyê ya Barzanî pêswaziya penaberên Efrînê kir

03 December 2024 13:55 0 dîtin
Dezgeha Alîkariyê ya Barzanî pêswaziya penaberên Efrînê kir

PeyamaKurd – Tîmên Dezgeha Alîkariyê ya Barzanî ya li Efrînê pêşwaziya zêdetirî 200 malbatan kir ku ji ber êrîşên komên çekdar ji Tel Rifat û Şehbayê vegeriyan Efrînê.

Di daxuyaniya Dezgeha Alîkariyê ya Barzanî ya li ser tora medyaya civakî ya Facebookê de hat gotin, “Ji ber şer û pevçûnên li Sûriyê, bi hezaran malbat penaber bûne û penaberî deverên ewle bûne.”

Di daxuyaniyê de weha hat gotin: “Êvara roja duşemê 02.12.2024an nêzîkî 200 malbat vegeriyan Efrînê û tîmên Dezgeha Alîkariyê ya Barzanî li devera Kefer Cendê pêşwaziya wan kir û xizmetguzariyên bijîşkî, pêdiviyên sereke û xwarinê pêşkêşî wan kirin.”