Dezgeha Alîkariyê ya Barzanî bi 200 karmendan xizmeta mexdûrên lehiya Duhokê dike
PeyamaKurd - Dezgeha Alîkariya Barzanî diyar kir ku di yekemîn pêngava karesata lehiyê ya Duhokê de xelkê gihandine cihekî ewle û pişt re hin pêdiviyên serekî gihandine mexdûran.
Cîgirê Rêveberê Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî ya Parêzgeha Duhokê û Berpirsê Fermangeha Bername ya vê ofîsê Selah Hesen di daxuyaniyekê de ji Kurdistan24ê re ragihand, Dezgayê Xêrxwaziya Barzanî hertim amadeye xizmeta gelê xwe bike.
Hesen anî ziman ku armanca wan a yekem ji lehiya Duhokê gihandina qurbaniyên lehiyê bo navçeyên ewle bû û got, piştî gihandina mexdûrên lehiyê bo navçeyên ewle, wan hinek pêdiviyên sereke gihandine mexdûran.
Salah Hasan got, “Me bi rêya 200 xebatkarên xwe û gelek xwebexş alîkarî ji mexdûran re kir. Her wiha me herêmên ku ji ber lehiyê bandor bûne paqij kirin.” got.
Parêzgarê Duhokê Elî Tatar di daxuyaniya xwe ya berê de ragihandibû, ku proseya dayîna qerebûkirina ziyankarên lehiyê berdewam e û heta niha 352 xwediyên xaniyan qerebû kirine.
Li seranserê Herêma Kurdistanê bandora pêla barîna baranê ya ku sibeha Sêşemî 19ê Adara 2024ê bi bandor bû, bi taybetî li parêzgehên Duhok û Zaxoyê hat dîtin. Ji ber baranê li gelek taxên bajêr lehî rabû, av ket ser gelek malan û gelek wesayît di bin avê de man.
Hat ragihandin ku di karesata lehiyê de 3 kesan jiyana xwe ji dest dane.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin