Dezgeha Xêrxwazî ya Barzanî 6emîn karwana alîkariyê digihîne Rojavayê Kurdistanê

15 January 2024 20:48 0 dîtin
Dezgeha Xêrxwazî ya Barzanî 6emîn karwana alîkariyê digihîne Rojavayê Kurdistanê

PeyamaKurd – Dezgeha Xêrxwazî ya Barzanî (BCF) di çarçoveya alîkariyên berdewam ên mexdûran de, karwana şeşemîn a alîkariyê bo Rojavayê Kurdistanê tê şandin.

Hate ragihandin ku karwana alîkariyê îro 15ê Çile bi fermana Serok Barzanî bi rê ketiye û biyar e bigihe Efrînê ku nûnertiya BCFê jî li wir hatibû vekirin.

Endamê Rêveberiya BCFê Îsmaîl Ebdulezîz ragihand ku ji roja erdheja 6ê Sibata 2023yan ve di serî Efrîn tîmên BCFê alîkariyan digihînin Rojavayê Kurdistanê û alîkariya dawî jî 6emîn car gihîştiye Efrînê.

Herwiha Ebdulezîz daye zanîn ku li Efrînê 6 meh in Navenda Çandê ya Barzanî hatiye avakirin û alîkarî jî ji wir bo kesên pêwîstiya wan heye têne dabeşkirin.