Dezgeha Xêrxwazî ya Barzanî 9emîn karwana alîkariyê ji Rojava re sand
PeyamaKurd – Dezgeha Xêrxwazî ya Barzanî, karwaneke alîkariyê ya ji alavên tenduristiyê pêk dihat ji Rojavayê Kurdistanê re şand.
Karwana 9emîn a alîkariyan ji ser deriyê Pêşxebûrê hat şandin û wê bo Heyva Sor a Kurdistanê ya li Rojavayê Kurdistanê ve were radestkirin.
Ji 9 karwanên alîkariyê 3 ji wan ji alavên tenduristiyê 6 jî ji alîkariyên xurek û mirovî pêk hatin.
Rêveberê Dezgeha Xêrxwazî ya Barzanî Ehmed Ebdo da xuyakirin ku alîkariyên hatine berhevkirina bi hevkariya Dêzgeha Xêrxwazî ya Nehrî hatine amadekirin û wê alavên tenduristiyê yên bi nirxa 50 hezar dolaran li nexweşxaneyên Rojavayê Kurdistanê werin belavkirin.
Ebdo da zanîn ku wê alîkariyên Dezgeha Xêrxwazî ya Barzanî bo Rojavayê Kurdistanê berdewam bikin.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin