Karwana alîkariyê ya Herêma Kurdistanê û Dezgeha Xêrxwazî ya Barzanî gihîst Efrînê
PeyamaKurd – Karwana alîkariyê ya ji bo mexdûrên erdhejê ku ji aliyê Dezgeha Xêrxwazî ya Barzanî (BCF) ve hatibû amadekirin, îro 10ê Sibatê danê êvarê gihîşt Efrînê.
Hat zanîn ku karwana alîkarîyên Herêma Kurdistanê û Dezgeha Xêrxwazî ya Barzanî ji ser sînorê bajarokê Kilîsê yê Bakur û Rojavayê Kurdistanê deriyê Oncupinarê derbas bûye û gihîştiye Efrînê.
Hat ragihandin ku wê alîkarî ji wir jî ji bo deverên ziyandîtî yên Efrîn û bajarokê Cindirêsê bên belavkirin ku bajarokê Cindirêsê ji sedî 90 wêran bûye.
Serokê BCFê Mûsa Ehmed duh ragihandibû ku wan alîkariyeke baş bo hawarçûna Efrînê amade kirine û wê di nêz di bigihîje Efrînê.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin