Alîkariyên pizîskî yên Erebistana Siûdiyê ji bo Herêma Kurdistanê

24 August 2024 16:03 0 dîtin
Alîkariyên pizîskî yên Erebistana Siûdiyê ji bo Herêma Kurdistanê

PeyamaKurd – Di berdewamiya alîkariyên xwe yên salane de, Erebistana Siûdî hijmareke zêde alav û pêdiviyên pizîşkî pêşkêşî Wezareta Tendirustiya Herêma Kurdistanê kir.

Wezîrê Tendirustiya Herêma Kurdistanê Saman Berzincî di kongreyeke rojnamevanî de ku îro Şemiyê 24.08.2024ê li dar xist, spasiya alîkariyên pizîşkî yên Erebistana Siûdiyê ji bo Herêma Kurdistanê kir.

Wezîr Berzincî diyar kir ku ev alîkarî bi qasî 500 hezar dolarî zêdetirî 5 ton derman û pêdiviyên tenduristiyê dihewîne û wiha got: "Ev alîkarî di berdewamiya alîkariyên cur bi cur ên pizîşkî û maddî yên ji bo Wezareta Tenduristiyê ya Herêma Kurdistanê di dema berê de hatibû kirin. Di van demên dawî de 4 milyon dolar alîkarî ji bo sektora tenduristiyê ya Herêma Kurdistanê hat dayîn."

Serokê tîma belavkirina alîkariyên navenda lêkolînên mirovî û alîkariyê ya şah Selman jî tekez li ser wê yekê kir ku alîkariyên tenduristiyê yên navendê ji bo sektora tenduristiyê ya Herêma Kurdistanê wê berdewam bin.