Raporê UNICEF: Pêdiviya zêdetirî 12 milyon xelkê Sûrî bi avê heye!

25 May 2021 20:27 0 dîtin
Raporê UNICEF: Pêdiviya zêdetirî 12 milyon xelkê Sûrî bi avê heye!

PeyamaKurd - Rêxistina Fonda Alîkariya Zarokan a Neteweyên Yekbûyî (UNICEF) raporek li ser êrîşên ser dezgehên dabînkirina avê belav kir. UNICEFê di raporê de destnîşan kir ku nabe av wek amûreke şer bê bikaranîn.

UNICEFê di raporê de, hişyarî da ku êrîşên li hemberî dezgehên avê di dema şer û pevçûnên li cîhanê de têne kirin, jiyana bi mîlyonan zarokan dixin metirsiyê û hat diyarkirin, pêwîstiya nêzîkî 48 milyon kesan li li Rojhilata Navîn, Afrîka, Asya û Ewropayê bi ava vexwarinê û jêrxaneya avê heye.

Di raporê de hatiye gotin, li Sûriyê di 10 salên dawî de û ji ber ziyana gihîştiye jêrxaneyê, pêdiviya 12 milyon û 200 hezar kesan bi avê heye.

Berpirsê Bernameyên Awarte yên UNICEFê Manuel Fontaine di raporê de gotiye; av sedema jiyan û mana mirovan e, nabe ti carî weke amûr û rêbazeke şer were bikaranîn.