UNICEF: Bandora erdhejê li ser 7 milyon zarokan çêbûye, bi hezaran jî mirine

14 February 2023 22:08 0 dîtin
UNICEF: Bandora erdhejê li ser 7 milyon zarokan çêbûye, bi hezaran jî mirine

PeyamaKurd – Fonda Zarokan a Neteweyên Yekbûyî (UNICEF) ragihand ku erdhejê li Tirkiye- Bakurê Kurdistanê û Sûriye-Rojavayê Kurdistanê bandor li ser 7 milyon zarokan kiriye û dibe bi hezaran zarok jî di encama erdhejê de mirine.

Berdevkê UNICEFê James Elder li navenda UNICEF a Cenevreyê di civîneke rojnamevanî de ragihand, bandora erdhejê li 10 bajarên Tirkiyeyê li ser zêdetirî 4,5 milyon zarokan, li Sûriye û Rojava jî li ser zêdetirî 2,5 milyon zarokan çêbûye.

Elder diyar kir, pêdiviya zarokan û malbatên wan bi alîkariyên zêdetir heye û got, her çiqas zanyarî nehatiye teyîtkirin jî ew jê bi fikar in ku heta niha bi hezaran zarokan di encama erdhejê de can dane.

Herwiha berdevkê UNICEFê bibîr xist ku ji ber şert û mercên xirab ên jiyanê ku bi deh hezaran mexdûrên erdhejê li derve di bin konan de dimînin, rojane raporên nexweşiyên zarokan ên hipotermî, enfeksiyon û henaseyê ji wan re tên.

Elder da zanîn ku li Sûriyê hin zarok neçar bûne ji ber şer 6-7 caran bar bikin cihên din ku zarokên niha 12 salî ne tenê şahidiya şer û tundiyê kirine.

Li gorî UNICEFê li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê yên herêmên erdhej rû daye, bi texmînî di nav 1,7 milyon penaberên Sûrî de, 811 hezarên wan zarok in.