Ji Amerîka bi nirxê 4 milyar dolaran alîkariya leskerî dide Îsraîlê

02 March 2025 15:01 0 dîtin
Ji Amerîka bi nirxê 4 milyar dolaran alîkariya leskerî dide Îsraîlê

PeyamaKurd - Serokê Amerîkayê Donald Trump alîkariyeke nû ya leşkerî ya zêdeyî alîkariyên xwe yên berê ji Îsraîlê re pêşkêş kir.

Wezîrê Derve yê Amerîkayê Marco Rubio got, "Min bi karanîna desthilatdariyên rewşa awarte îmzeyek da deklarasyonekê da ku radestkirina alîkariya leşkerî ya bi qasî 4 milyar dolarî ji Îsraîlê re bilez bikim. Biryara betalkirina ambargoya çekan a qismî ya Rêveberiya Biden, ku bi şaşî hin çek û cebilxane ji Îsraîlê re qedexe kiribûn, nîşaneke din e ku Îsraîl li Qesra Spî tu hevpeymanekî mezintir ji Serok Trump tune ye."

Wezîr Rubio eşkere kir, "Rêveberiya Trump dê hemû amûrên heyî, di nav de jî rêbazên li dijî tehdîdên ewlehiyê, bikarbîne ji bo bicîhanîna soza dirêj-demî ya Amerîkayê ya ji bo ewlekariya Îsraîlê."