VÎDEO | Cebilxaneya Amerîka ya bi nirxê 85 milyar dolaran êdî bû ya Talîbanê!

02 September 2021 14:26 0 dîtin
VÎDEO | Cebilxaneya Amerîka ya bi nirxê 85 milyar dolaran êdî bû ya Talîbanê!

PeyamaKurd – Hêzên Amerîkayê piştî 20 salan ji Afganistanê bi temamî vekişiyan û Tevgera Talîbanê jî tevahiya Afganistanê xist kontrola xwe û dest danî ser rêveberiyê. 

Hêzên Amerîka bi vekişîna ji Afganistanê re, bi nirxê zêdetirî 85 milyar dolaran çek, balafir, helîkopter û gelek cûre alavên leşkerî li pey xwe hiştin. Cebilxaneya ku Amerîkayê li pey xwe hiştiye li herêmê metirsiyeke mezin çêdike û Îran jî di nav vê plana destdanîna ser wan çekan de wek aktorekê xuya dike.

Bi vekişîna Amerîkayê re dîmenên ku Talîban wan çek û cebilxaneyên amerîkî bikar tîne û ji xwe re dibe hatin belavkirin ku li gorî nirxandinan wê Îran bi rêya Talîbanê wan çekan li herêmên serweriya xwe bicih bike û bikar bîne.

Li gorî rapora rojnameya The Times, ji sedî zêdetir helîkopter, ji 60î zêdetir balafir û hejmarek zêde çekên pêşketî bi vekişînê re ji Talîbanê re mane û Talîbanê jî dest daniye ser wan û pê şov dike.