Amerîka bi nirxê 200 milyar dolaran veberhênanê li welatên din dike

27 June 2022 00:41 0 dîtin
Amerîka bi nirxê 200 milyar dolaran veberhênanê li welatên din dike

PeyamaKurd – Di civîna hevbeş a piştî Lutkeya G7 (7 welatên xwedî aboriya pêşketî) de, ku li Koşka Elmau ya eyaleta Bavyera ya Almanyayê birêve çû, Serokê Amerîka Joe Biden eşkere kir ku ew dê bi nirxê 200 milyar dolaran veberhênan li welatên ber pêşketinê ve diçin bikin.

Di civîna hevbeş a rojnamevanî de Serokê Amerîkayê Joe Biden plana “Şirîkatiya Gerdûnî ya Binesaziyê” ya eşkere kir û ragihand, ew dê 200 milyar dolaran ji bo welatên ber pêşveçûnê diçin re terxan bikin.

Biden diyar kir ku di lutkeyê de behsa tengaviyên aborî yên li cîhanê hatiye kirin û di dewama daxuyaniyên xwe de got, ew dê heta sala 2027an wekî welatên G7an 600 milyar dolaran ji bo veberhênana binesaziya gerdûnî ya welatan terxan bikin.