Amerîka, 8 milyar dolar alîkariya leskerî ya din jî dê bide Îsraîlê
PeyamaKurd – Li gor nûçeya Reutersê, karbidestekî amerîkî ragihand ku rêveberiya Biden îro kongres agahdar kiriye ku pêşniyara firotina çekan a 8 milyar dolarî bo Îsraîlê hatiye kirin.
Axiosê da zanîn ku rêkeftinê pêwîstî bi erêkirina herdu komîteyên Meclîsa Nûneran û Senatoyê heye.
Axiosê ragihand ku pakêta navborî cebilxaneyên balafirên şer û helîkopterên êrîşkar û topxaneyên xwe dihewîne.
Hat diyarkirin ku di pakêtê de bombeyên piçûk û serikên şer jî hene.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin