Neteweyên Yekbûyî banga alîkariya mirovî ya lezgîn bo xelkê Afgan kir

08 September 2021 20:26 0 dîtin
Neteweyên Yekbûyî banga alîkariya mirovî ya lezgîn bo xelkê Afgan kir

PeyamaKurd - Ofîsa Kordînasyona Alîkarîya Neteweyên Yekbûyî (OCHA) ragihand ku li Afganistanê xizmetên sereke têk çûne û alîkarîyên wek xwarinê jî xilas dibin.

Berdevkê OCHA Jens Laerke berî konferansa navneteweyî ya ji bo alîkarîya Afganistanê, ku wê di 13yê Îlonê de li dar bikeve, banga alîkarîya zêdetir ji bo Afganistanê kir.

OCHAyê ji bo hişkesalî û birçîbûna li Afganistanê banga alîkarîya bi 600 mîlyon dolarî kir.

Laerke got. “Li Afganistanê xizmetên sereke têk diçin, xwarin û alîkarîyên din li ber qedandinê ne” û ji dewletên alîkarîyê didin xwest ku bi awayekî demûdest û comerdane alîkarîyê bikin.

Hêjayî bibîrxistinê ye, li Afganistanê ji ber destdanîna ser rêveberiyê ya Talîbanê zêdetirî nîv mîlyon însanan di nav Afganistanê de ji cihên xwe bar kirin ku pêwîstiya wan bi alîkariyên mirovî heye.