Pedersen: Wê Neteweyên Yekbûyî hemû alîkariyan pêskesî Sûriyê bike
PeyamaKurd - Nûnerê Neteweyên Yekbûyî (NY) yê Sûriyeyê Geir Pedersen bi Ehmed El Şer’a (Ebû Mihemed El Cûlanî) û serokê hikumeta demkî Mihemed El Beşîr re civiya.
Nûnerê NYyê Pedersen tekezî li ser pêwîstiya derbasbûna siyasî ya berfireh û pêbawer û li gorî biryara 2254an ya Konseya Ewlehiyê ya NYyê kir.
Pedersen diyar kir: “NY dê hemû şêweyên alîkariyê ji bo gelê Sûriyeyê pêşkêş bike.”
Hêjayî gotinê ye, doh di hevdîtina li gel Geir Pedersen de, Ehmed El Şer’a xwestibû naveroka biryara 2254an li gorî guhertinên siyasî yên niha yên li Sûriyeyê pêk tên, were nûkirin.
Ehmed Şer’a gotibû, rewşa nû hewce dike ku ji nû ve li biryarê vegerin da ku li gorî geşedanên nû guncaw be û rastiya heyî bi awayekî rasttir nîşan bide.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin