Li Efrînê 3 kes ji aliyê komên çekdar ên opozîsyona Sûriyê hatin revandin
PeyamaKurd – Li Efrînê 3 kes ji aliyê komên çekdar ên opozîsyona Sûriyê yên bi artêşa Tirkiyê re herêm dagîr kirine, hatin revandin.
Li gor raporta Rêxistina Mafên Mirovan li Efrînê, koma “Polîsê Leşkerî” roja 15ê Tîrmeha 2023an 2 kes (Husên Reşîd Hemze, Murad Husên Mihemed) ji gundê Kefir Sefrê revandin.
Rêxistinê eşkere kir, piştî ku çekdaran fidye ji Murad Husên Mihemed standin, ew berdan, lê çarenivîsa Husên Reşîd Hemze heta niha ne diyar e.
Rêxistina Mafên Mirovan da zanîn, koma “Polîsa Medenî” ji roja 10ê Tîrmehê ve welatiyekî bi navê Ridwan Elî Hacî ji nava nahiya Raco revandiye û heta niha çarenivîsa wî ne diyar e.
Rêxistina Mafên Mirovan destnîşan kir, ev kiryarên revandin bi awayekî sîstematîk û di çarçoveya plan û siyasetên guhartina demografiya herêma Efrînê de tê ku welatiyên Kurd bi kiryarên cuda neçar dikin ku koçber bibin û li şûna wan jî ereb û tirkmenên navçeyên din ên Sûriyê bicih dikin.
Herwiha Rewangeha Sûrî ya Mafên Mirovan eşkere kir, di çarçoveya proseya guhartina demografiya Efrînê de, bi piştevaniya Tirkiyê û rêxistinên din ên Qeterî, Kuweytî û Filistînî, 18 komelgehên niştecîbûnê ji bo bicihkirina malbatên çekaran û koçberên Sûrî yên Tirkiyê, li Efrînê hatine avakirin û kar li ser avakirina 4 komelgehên din jî niha tên kirin.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin