Berpirsekî Sûriyê daxuyanî da: Gelo komên çekdar ji Efrînê vedikisin?
PeyamaKurd - Piştî gotegotên ku wê komên çekdar ji Efrînê vekişin, Berpirsê Ewlehiyê yê parêzgeha Helebê Ehmed Ebû Suraqe, derbarê vekişîna komên çekdarên girêdayî Tirkiyê jde, daxuyanî da.
Berpirsê Hikûmeta Demkî ya Sûriyê Ebû Suraqe da zanîn ku roja Yekşemê 26 Çileyê, ji bo nîqaşkirina rewşa ewlehîyê û serweriya hikûmeta nû wan serdana encûmena navçeya Bilbilê ya Efrînê kiriye û got ku komên çekdar ji navçeya Bilbilê vekişîyane û piştî vekişîna komên çekdar ji gundên Bilbilê, hejmarek rêbendên leşkerî hatine danîn.
Ehmed Ebû Suraqe ji bo vekişîna bi giştî ji Efrînê jî got, wan serdana encûmena xwecihî ya bajarê Efrînê jî kiriye û biryar e di dawiya vê mehê de hemû komên çekdar yên bi navê Artêşa Niştîmanî ya bi ser Tirkiyê ve ji Efrînê vekişin.
Hêjayî bibîrxistinê ye, Endamê Meclisa Xwecihî ya Efrînê ya Encûmena Niştimanî Kurdî li Sûriyeyê (ENKS) Azad Osman jî dabû xuyakirin ku ji destpêka meha bê ve komên çekdar dê ji navenda bajarê Efrînê vekişin.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin