Operasyona CENTCOMê li Sûriyê: Berpirsekî pilebilind ê girêdayî El Qaîdeyê hat kustin

17 February 2025 12:05 0 dîtin
Operasyona CENTCOMê li Sûriyê: Berpirsekî pilebilind ê girêdayî El Qaîdeyê hat kustin

PeyamaKurd – Fermandehiya Navendî ya Amerîkayê (CENTCOM) ragihand ku berpirsekî payebilind ê malî û lojîstîkê yê rêxistina Huraseddîn (Had) ya girêdayî El Qaîdeyê di operasyoneke li Sûriyê de hatiye kuştin.

CENTCOMê di daxuyaniyeke nivîskî de got: "Di 15ê Sibatê de hêzên CENTCOMê li bakurê rojavayê Sûriyê êrîşeke asmanî ya teqez pêk anî û berpirsekî malî û lojîstîkî yê rêxistina terorîst Huraseddîn a girêdayî El Qaîdeyê kir armanc û kuştin."

Êrîşên asmanî beşek ji "pabendbûna berdewam a CENTCOMê bû ji bo têkbirin û bêbandorkirina hewildanên terorîstan ji bo plankirin, organîzekirin û pêkanîna êrîşan li dijî Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê, hevalbend û hevkarên wê, sivîl, û personelên leşkerî li seranserê herêmê û derveyî wê."

Di daxuyaniyê de hat destnîşankirin ku CENTCOM wê têkoşîna xwe ya li dijî komên ku plana êrîşa li ser personelên DYA û hevalbendan dikin bidomîne.