Berpirsekî pilebilind ê Amerîkayê: Hin grûb ji rewsa Sûriyeyê sûdê werdigirin

11 January 2025 10:29 0 dîtin
Berpirsekî pilebilind ê Amerîkayê: Hin grûb ji rewsa Sûriyeyê sûdê werdigirin

PeyamaKurd – Cîgirê Musteşarê Karûbarên Siyasî yê Wezareta Derve ya Amerîkayê John Bass di civîneke rojnamevaniyê de ya li ser înternetê, di bersiva pirseke peyamnêrê Rûdawê de ragihand, Amerîka bi baldarî li ser fikarên ewlehiyê yên Tirkiyê radiweste.

Bass ku ev 2 roj in li Enqereyê bi rayedarên payebilind ên Tirkiyê re hevdîtinan pêk tîne, diyar kir ku Amerîka nîgeraniya Tirkiyê qebûl kiriye ku "hin kom tevî PKKyê, car caran ji rewşa Sûriyeyê sûdê werdigirin."

Wî got ku hinek kes û hikûmet hebûna leşkerên amerîkî li Sûriyeyê wek "temînat" dibînin, hinek jî dikarin wê ji bo armanckirina berjewendiyên Tirkiyê bikar bînin.

Wî da zanîn ku Waşîngton haydar e ku hin kom an kes hewl bidin ku ji hebûna hêzên amerîkî sûd wergirin û tev li wan çalakiyan bibin ku ewlehiya Tirkiyê ku yek ji welatên cîran e têk dibin û ew naxwaze vê yekê bibîne.

Wî got: "Di encama vê perspektîfê de, em pir haydar in ku em piştrast bikin ku her sererastkiria ku em li ser hebûn û çalakiyên hêzên amerîkî li hundirê Sûriyey bikin, metirsiyê li ser welatên cîran zêde neke."