Berpirsekî payebilind ê DAISê di êrîseke Amerîkayê de li Sûriyê hat kustin

25 December 2024 13:22 0 dîtin
Berpirsekî payebilind ê DAISê di êrîseke Amerîkayê de li Sûriyê hat kustin

PeyamaKurd – Amerîkayê di bombebaranekê de rêveberekî payebilind ê DAIŞê li beyabanên Dêrazorê, li Sûriyê kuştiye ku 7 salan karê ajantiyê ji DAIŞê re kiriye.

Çend çavkaniyên ewlehiyê yên Iraqê ji medyayên welatê xwe re gotine, “Yek ji wan kesên di bombebarana duh (24.12.2024) ya hêzên Amerîkayê de li beyabanên Dêrazora Sûriyê hatine kuştin Ebû Wehab Iraqî ye ku yek ji rêveberên payebilind û diyar ên Rêkxistina Teroristî ya DAIŞê bû.”

Li gor heman çavkaniyan, Ebû Wehab Iraqî 7 salan wekî berpirsê îstixbarata DAIŞê li Dêrazorê kar kiriye û bi dû re jî bi roleke mezin rabûye di êrîşa wê rêkxistinê de ya li ser Nînowayê.

 

Berê, Fermandariya Navendî ya Hêzên Amerîkayê di derbarê wê êrîşa xwe ya asmanî ya li ser DAIŞê de ragihandibû, “Ew pêngav di çarçoveya pêbendbûna berdewam a Fermandeya Navendî ye ku bi alîkariya hevparên wê yên deverê, ji bo şikandin û lawazkirina tevgerên teroristî di plandanan û rêkxistina êrîşan de ya li dijî welatiyên sivîl û karmendên leşkerî yên Amerîkayê, hevpeymanên wê û şirîkên wê yên li deverê û derveyê wî welatî.”