CENTCOM: Di operasyona îro de berpirsekî payebilind ê DAISê hat kustin
PeyamaKurd – Fermandariya Navendî ya Amerîkayê (CENTCOM) daxuyaniyek da û ragihand, di operasyona îro de berpirsekî payebilind ê DAIŞê hat kuştin.
Fermandariya Navendî ya Amerîkayê (CENTCOM) ku yekîneya Amerîkayê li Sûriyê kar dike, li ser Twitterê daxuyaniyek belav kir.
Di daxuyaniyê de hate diyarkirin, di 17ê Nîsanê de di encama êrîşa helîkopteran de rêveberekî payebilind ê DAIŞê hatiye kuştin.
Herwiha hat gotin, "Rêveberê payebilind ê DAIŞê li Sûriyeyê û berpirsyarê plansaziya êrîşên terorê yên li Rojhilata Navîn û Ewropayê ye."
Di daxuyaniyê de hat ragihandin, operasyon yekalî bûye û ti leşkerên Amerîkayê birîndar nebûne û xisar li helîkopterên Amerîkayê jî nehatiye kirin.
Hat eşkerekirin, di operasyonê de ti sivîl nehatine kuştin û ji bilî serçeteyê DAIŞê 2 DAIŞiyên çekdar jî hatine kuştin.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin