Li Girê Spî berpirsekî DAISê bi êrîseke dronê hat kustin
PeyamaKurd – Hat ragihandin ku li gundewarên bajarokê Girê Spî yê Rojavayê Kurdistanê ku ji aliyê Tirkiye û komên çekdar ve hatiye dagirkirin, berpirsekî DAIŞê di encama êrîşeke bi dronê de hatiye kuştin.
Çavkaniyên herêmê ragihandine ku kesê ku hatiye kuştin navê wî Mistefa El Erdûde ye û dema li nêzî bajarokê Hemam Tirkmen ê girêdayî Girê Spî li ser motorsîklêtê bû, di êrîşa balafireke bêmirov a biçek de hatiye kuştin.
Li gorî çavkaniyan, çekdarê DAIŞê ji aliyê droneke hêzên hevpeymanan ve hatiye kuştin.
Hêjayî bibîrxistinê ye, sala 2019an piştî rizgarkirina Baxozê ji destê DAIŞê, gelek çekdarên DAIŞê reviyabûn Girê Spî ku di bin kontrola Tirkiyê de ye.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin