Trump ji bo kustina serkirdeyê El Qaîdê li Sûriyê pîrozbahî li CENTCOMê kir
PeyamaKurd - Serokê Amerîkayê Donald Trump, bi sedema kuştina serkirdeyekî El Qaîdeyê li nav erda Sûriyeyê pîrozbahî li Fermandariya Hêzên Navendî yên Amerîka (CENTCOM) kir.
Donald Trump, îro 18ê Sibatê li ser platforma medya civakî ya Truth Socialê da zanîn, hêzên Amerîkayê di êrîşeke esmanî de endamekî rêxistina El-Qaîde li Sûriyê, di dawiya hefteya borî de kuştine.
Trump hewlên CENTCOMê bilind nirxand û pîrozbahiya wan ji bo vê serkeftinê kir.
Hêjayî gotinê ye, CENTCOMê jî şeva borî kuştina berpirsekî Hurasedîn a girêdayî rêxistina El-Qaîde li bakurê rojavayê Sûriyê ragihandibû.
31ê Çileyê jî CENTCOMê kuştina Mihemed Selah El-Zubêr yek ji fermandarên Hurasedîn bakurê rojavayê Sûriyê ragihandibû.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin