Rapirsîna Fox News: Vekisîna ji Sûriyê û kustina Bexdadî bi kêrî Trump nehat
PeyamaKurd – Li gorî rapirsîneke televizyona Fox Newsê û nirxandina New York Timesê Serokê Amerîkayê Donald Trump, bi biryara vekişîna ji Sûriyê û operasyona kuştina Bexdadî nekariya piştgirîya gelê Amerîkî bistîne û berevajî piştgiriyê Trump pûan winda kirine.
Li gor nirxandina New York Timesê îdiaya Trump a têkbirina DAIŞê jî nebûye cihê baweriyê di nav raya giştî û gelê Amerîkayê de.
Herwiha li gorî anketa Fox Newsê jî ji Demokratan 73%ê wan dixwazin Amerîka li Sûriyê bimîne. 85%ê beşdarên anketê jî difikirin ku DAIŞ hîn berdewa e û 87%ê wan jî piştgiriyê nadin polîtîkaya Trump.
Di nav Komariyan de jî 66%ê wan dibêjin, pêwîste yekîneyên Amerîkayê li Sûriyê bimînin, 56%ê beşdaran bawer nakin ku DAIŞ têk çûye.
Ev encamên rapirsînê yên piştî biryara Trump a vekişîna ji Sûriyê û destpêkirina êrîşên Tirkiyê bi ser Rojavayê Kurdistanê ne ku pêbaweriya bi polîtîkayên Trump kêm bûye.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin