Îdiaya balkês li ser Sûriyê! Komên çekdar û HTS tevlî artêsa nîzamî dibe
PeyamaKurd – Hat îdiakirin ku hin komên çekdar di nav wan de Heyet Tahrîr El Şam (HTŞ) ku rêveberiya nû ya Sûriyeyê piştî rûxandina rejîma Esad di destê wan de ye û Artêşa Neteweyî ya Sûriyeyê (SNA) ya ku Tirkiye piştgiriyê dide, razî bû ku tevlî artêşa nîzamî bibe.
AAS(ÖSO) tevlî artêşê dibe
Li gor îdiaya ku li ser medyaya Sûriyê hatiye belavkirin, hatiye gotin ku Wezareta Berevaniya Sûriyê her pêşniyareke ku taybetiyên mezhebî, olî û herêmî bide her komeke çekdar red kiriye.
Li gorî agahiyên ku PeyamaKurd ji çavkaniyên herêmî girtine, di nava gotegotan de tê gotin ku fermandarên AAS(ÖSO) wê di nava Wezareta Parastinê de bibin xwedî statuyeke taybet.
Herwiha tê îdiakirin ku li welêt li şûna leşkeriya mecbûrî artêşeke profesyonel li ser bingeha dilxwazan bê avakirin.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin