Komên çekdarên Sûriyê di bin yek saziyê de têne komkirin

22 December 2024 14:32 0 dîtin
Komên çekdarên Sûriyê di bin yek saziyê de têne komkirin

PeyamaKurd - Fermandarê Giştî yê desthilata nû ya Sûriyeyê Ehmed Şera di civîna xwe ya ligel komên çekdar ên Sûriyeyê de, şêwaza avakirina dezgeha leşkerî ya nû gotûbêj kir û wezîrê berevaniyê yê nû jî destnîşan kir.

Fermandariya Giştî ya Sûriyeyê ragihand, Ehmed Şera duhîdi civîna bi komên çekdar re de diyar kir,  hemû komên çekdar dê di bin rêveberiya artêşa nû û Wezareta Berevaniyê de bibin yek sazî.

Di heman çarçoveyê de, hat ragihandin, endezyar Murhef Ebû Qesra weke Wezîrê Berevaniyê di hikûmeta demkî ya Sûriyeyê de hat destnîşankirin.

Fermandarê Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) Mezlûm Ebdî berî du rojan gotibû: “Me di 2015an de gotiye ku em beşek in ji sîstema berevaniya Sûriyeya pêşerojê ne û em amade ne beşdarî avakirina Artêşa Niştimanî ya Sûriyeyê bin di pêşerojê de. Niha jî madem proseya avakirina Artêşa Niştimanî ya nû ya Sûriyeyê heye, em amade ne beşdarî wê proseyê bibin.”