Dadgeheke ser bi komên çekdarên opzisyona Sûriyê cezayê îdamê da ciwanekî Kurd

30 July 2022 13:19 0 dîtin
Dadgeheke ser bi komên çekdarên opzisyona Sûriyê cezayê îdamê da ciwanekî Kurd

PeyamaKurd – Li Efrînê ya Rojavayê Kurdistanê dadgeheke ser bi komên çekdarên opzisyona Sûriyê yên grêdayî Tirkiyê, cezayê îdamê da ciwanekî Kurd.

Li gor çavkaniyekê ji malbata ciwanê Kurd Hisên Yûsif Mistefa re diyar kir, dadgeheke komên çekdar hukmê îdamê bi ser ciwanê navborî yê temen 20 salî de sepandin.

Herwiha hat eşkerekirin, Yûsif Mistefa bavê Hisên Yûsif Mistefa jî bi 3 sal zindanîkirin hatiye hukimkirin û Zêneb Mihemed Olaşî ji heman malbatê bi 12 sal zindanîkirin hatiye hukimkirin.

Rêxistina Mafên Mirova ya li Efrînê destnîşan kir, 8 kes ji heman malbatê di navbera Adar û Hezîrana sala 2021an ve ji aliyê îstixbarata Tirkiyê û milîsên polîsên serbazî ve hatine girtin, di nav wan de 3 jin in.