Serokê Îstixbarata Sûriyê gef li çekdarên berava Sûriyê xwar: Em naborin!

07 March 2025 19:39 0 dîtin
Serokê Îstixbarata Sûriyê gef li çekdarên berava Sûriyê xwar: Em naborin!

PeyamaKurd - Serokê Dezgeha Îstixbaratên Giştî ya Hikûmeta Karbirêker a Sûrîyê Enes El-Xetab bang li çekdarên li Berava Sûriyê kir ku xwe radestî hikûmetê bikin û gef li wan xwar ku ew li wan naborin.

Enes El-Xetab li ser hesabê xwe yê medya civakî Xê got ku hin kesên tawanbar hewl didin sûdê ji rewşa xirab a Sûriyê bigrin û aramiyê têk bidin.

Li ser şerûpevçûnên li Berava Sûriyê, El-Xetab da zanîn ku fermandarên leşkerî û ewlekarî yên rejîma Esed a hilweşiyayî plana wan şerûpevçûnan danîne.

Xetab daye zanîn, bi dehan endamên hêzên ewlekarîyê di van şer û pevçûnan de hatine kuştin û ew li kujerên wan nabihurin.

Herwiha Xetab bang li hemû çekdaran kir ku xwe tevî çekên xwe radestî hêzên ewlekarîyê bikin ji bo misogerkirina aramî û îstiqrara Sûriyê.