Serokê Îstixbarata Rûsya: Tirkiye komên terorîstên Sûriyê disîne Qerebaxê
PeyamaKurd - Serokê Servîsa Îstixbarata Derve ya Rûsyê Sergey Narişkîn got, komên terorîst yên mîna El Nusra, Tûgayên Hemze, Sultan Mûrad yên li Bakurê Sûriyê ji bo Qerebaxê têne şandin.
Narişkîn da xuyakirin, Qerebax terorîstan mîna mîqnetîsê dikişîne û dibe ku ew terorîst ji wir jî derbasî Rûsyayê û welatên cîran bibin.
Sergey Narişkîn diyar kir, cudahiya şerê li Qerebaxê ji yên berê ew e ku Tirkiye vê care bi awayekî eşkere pişta Azerbeycanê digire û ev jî yek ji sedemên zêdebûna rageşiya li wê herêmê ye.
Sergey Narişkîn got, Rûsya ji şerê li Qerebaxê nîgeran e û da zanîn, “Ji bo Rûsyayê şerekî li herêmê nayê qebûlkirin.”

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin