Serokê Îstixbarata Îsraîlê gefa Hemasê xwar: Çi li Tirkiye, çi li Qeterê bin…
PeyamaKurd – Serokê Îstixbarata Navxwe ya Îsraîlê (Şîn Bet) Ronen Bar, gefa armanckirina lîderên Hemasê xwar û got, çi li Tirkiye û çi li Qeterê bin ew ê bên hedef girtin.
Li gorî nûçeya DWyê Ronen Bar, gefa armanckirina serokên Hemasê yên li derveyî welat xwar û ragihand, her li ku dera dinyayê bin ew ê ji pey wan venegerin.
Herwiha Ronen Bar daye xuyakirin, “Hikûmetê hedefên me diyar kir. Bi zimanê kuçeyê, tunekirina Hemasê. Ev Munîha me ye. Emê vê li her derê bikin. Li Xezzeyê, li Şerîaya Rojava, li Lubnanê, li Tirkiyeyê û Qeterê. Ev dê çend salan bistîne. Lê emê ji bo vê armancê li wir bin.”
Li aliyê din Hemasê jî bersiv daye gotinên Ronen Bar û ragihandiye, Îsraîl bi van daxuyaniyan serweriya welatên cîran binpê dike û dibe gef ji ewlehiya wan re.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin