Serokwezîrê Îsraîlê Netanyahu bi Serokê Îstixbarata Misrê re civiya

31 May 2021 09:30 0 dîtin
Serokwezîrê Îsraîlê Netanyahu bi Serokê Îstixbarata Misrê re civiya

PeyamaKurd - Serokwezîrê Îsraîlê Benjamin Netanyahu, do Yekşemê bi Serokê Îstixbarata Misrê Abbas Kamil re civiya û Wezîrê Karên Derve yê Îsraîlê jî şand Qahîreyê.

Ev serdan û civîn, di pêyvajoya hewildanên ji bo avakirina agirbesta di navbera Îsraîl û Hamasê de ku hefteyeke berê pêk hat, da ku tundiya herî xerab ya salên dawî qedand, têne kirin.

Misirê alîkariya navbeynkariya agirbesta kir, ku ji 21ê Gulanê ve bi bandor e ku serfiraziyeke dîplomatîk ya berbiçav e û hevdem bi Amerîka û hevkarên din ên herêmî re dixebite, da ku wê mîna agirbesteke mayînde, berfireh bike.

Serdana wezîrê karên derve yê Îsraîlê Gabî Ashkenazî ya Qahîreyê ya ku îro destpê kir, di 13 salên dawî de serdana cara yekê ya bi vî rengî ye.

Ashkenazî diyar kir, ew ê bi hevtayê xwe yê Misirî re li ser avakirina agirbesteke mayînde ya bi Hamas re û alîkariya ji nû ve avakirina Gazeyê nîqaş bike.

Netanyahu û Ashkenazî dan zanîn, yek ji armancên sereke ya Îsraîlê ew e ku xelaskirina du sivîlên Îsraîlî û anîna hestiyên du leşkeran in ku bi salan e, li Gazayê têne ragirtin ewledar bike. Hamas radestkirina du sivîlên Îsraîlî, heya niha red dike.